Hevdîtinên şandeya HDP’ê didomin

41

 

 

 

BIRYAR MIHEMED / HEWLÊR

 

Şandeya HDP’ê ku ji Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Osman Baydemîr, Îmam Taşçier, Dîlek Ocalan û Dîlek Boga pêk tê, piştî hevdîtina li gel Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barezanî, bi şandeyekî Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) re civiya. Piştî hevdîtina bi KNK'ê re şande çû serdana Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û niha di hevdîtinê de ne.

 

Çav li rêye ku îro şandeya HDP'ê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re û hin partiyên Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê hevdîtina bike û sibe jî serbasî Silêmaniyê bibe.

 

Armanca sereke ya serdana şanda HDP’ê ji bo Başûrê Kurdistanê guftûgokirina yekîtiya netewî li gel alî û rayedarên Herêma Kurdistanê ye.

 

Şandeya HDP'ê şevê din derbasî Başûrê Kurdistanê bû.