HAWRÊ KIRÊKAR/ GERMIYAN

 

Nerazîbûn û helwesta welatiyên Herêma Kurdistanê li hemberî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk berdewam dike. Di vê boneyê welatiyên herêma Germiyan ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku pêwîste li hemberî êrîşên dagirkeran kongreya netewî bê lidarxistin.

 

Her wiha Rêveberê Dezgehê Rewşenbîrî yê Aran li Germiyan Hisên Ezîz got ku ji bo yekîtiya netewî pêwîste kongreya netewî bê lidarxistin û wiha domand; “Pêwîste hevsengiya hêzan bê berçavgirtin û berjewendiyê netewî yê Kurd bên destgirtin. Her wiha divê ti alî û partiyek hewl nede hêza xwe bide ferzkirin.”

 

 

Hisên Ezîz got ku divê êrîşên li ser Efrînê û pîlanên dijminên Kurd bikin bingehê li hev nêzikbûn û guftûgoyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Ji bo pêkanîna dîplomasî û peywendiyên mirovî yên gelê Kurd pêwîste stratejî û planên çareseriyê ji bo dema niha û pêşeroja Kurdan bên çêkirin.”

 

Li ser heman mijarê welatiyê ji navçeya Kelar a girêdayî Germiyan bi navê Fazil Ehmed jî wiha axivî; “Yekîtiya netewî ya Kurdan di hemû demê de pêwîte. Çi bi armanca avakirina tifaqa navxweyî yan jî têkoşîna dijî dijminê gelê me be. Ger niha li ser Başûr û Rojava dagirkerî heye, Kurd bi yekgirtina xwe wê li dijî dijminan rawestin.”

 

 

Fazil Ehmed axaftina xwe bi van gotinan dawî kir; “Welatên dagirkerên xaka Kurdistanê welatên herêmê yên bihêzin. Li gel ku di navbera wan de alozî hene jî, lê dijî Kurdan pir bi hêsanî dibin yek. Ji bo wê jî Kurd û hêzên Kurdistanî yekane dikarin bi yekîtiya netewî dijî dijmin têkoşîn bikin û destkeftiyên xwe bi parêzin.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here