SEMÎRA ŞEHABÎ/ SILÊMANÎ

 

Rojane li ser kolberan nûçeyên cûr bi cûr belav dibin. Kolberên ku gelek caran rasta êrîşên çekdarî yên pasdarên rejîma Îranê tên, birîndar dibin, yan beşek ji bedena xwe winda dikin an jî jiyana xwe ji dest didin, bûne beşek serekî yê gelek rojname û nûçeyên cîhanê.

 

Kurdistan ku di nava dagirkeran de hatiye parçekirin, kirine qada şer, kuştin, koçberî, darvekirin, girtin, enfal û komkujiyan. Her ji kevin de jiyana kolberan bûye beşek ji van êşan. Ew kolberên ku di oxira jiyanê de hemû rêyên evrazî û nişîvî digirin pêşiya xwe û li pey debara jiyana xwe dibezin.

 

Her çendî ku Kurdistan xakek dewlemend  û pir gewherî ye, belê ji ber nebûna sîstemek aborî ya guncaw û zilma desthilata, her welatiyek bi şêweyek cûda ji bo peydakirina debara jiyana xwe têdikoşe. Belê şerê kolberan ji hemû şerên din girantire.

 

Kolberî temen nas nake. Ciwan, kal bê guh bidin serma, germa ji 60 heya 70 kîlo bar li ser pişta xwe dikin û ji parçeyek Kurdisanê ber bi parçeyek din ve bi rê dikevin. Ger ji çiya yan latan nekevin xarê, yan bi aşûtê nekevin, yan ji têhin û birça nemirin, gelek caran dibine qurbanê guleya hêzên rejîma Îranê. Yan teqîna mayînan. Kolberên ku van hemû metirsiyan digirin berçavê xwe û li pey debara jiyana xwe dibezin ji parçeyek Kurdistanê bi seatan dimeşin heya digehine parçeyek din. Piştî digehin cihê xwe û malê xwe difiroşin, bi dilek xweş berê xwe didin malê û dikarin pariyek nan bibin nava malbat û zarokên xwe.

 

Karê kolberî herî zêde li herêmên sînor herî zêde sînorê Başûr, Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê tê kirin. sîstema desthilata dewletê ku dixwaze gel bi birçîbûnê teslîm bigire, hemû rêyên jiyanê li pêş welatiyan digire. Gel neçarî berê xwe dide karek wiha bi tirs û şerê mirinê re tejî. Her sala diçe hejmara kolberên jiyana xwe ji dest didin zêdetir dibe.

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here