Li Kerkûkê dewleta Tirk hate şermezarkirin

32

 

 

 

KERKÛK/ ROJNEWS

 

Îro ciwanên bajarê Kerkûk li baxçeyê Qeleya Kerkûkê dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyek lidar xistin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê destpê kir.

 

Piştre li ser navê ciwanan daxuyaniya hatî amadekirin ji aliyê ciwanê bi navê Hisên Sebah ve hate xwendin û wiha hate gotin; “Weke tê dîtin artêşa Tirk a dagirker sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kiriye û dixwaze li Herêma Kurdistanê operasyona leşkerî lidar bixwe. Derbaskirina sînoran ne bi armanca şerê dijî PKK’ê ye, dixwaze xaka Başûrê Kurdistanê hemûyê dagir bike. Li hemberî vê dagirkeriyê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bê helwestin.

 

 

Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ji bo dewleta Tirk ragihand. Êrîşkirina li ser Başûr mafdar kir. Helwesta Serokê hikûmetê weke endamekî Tirkiya faşîst e. Ji bo wê jî em weke ciwanên Kerkûkê vê helwesta ne exlaqiyane bi tundî şermezar dikin. Ji serokê hikûmetê re dibêjin ku ji bo xatirê jiyana xwe nêzî nirxên pîroz ên gelê me nebin.

 

Dewleta Tirk û Erdogan dixwazin Împaratoryeta Osmanî çêbikin. Belê divê baş bizanin di vê serdemê de dewletek din a weke Împaratoryeta Osmanî wê ava nebe.”

 

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikûmet, parlamento û Serokkomarê Iraqê hate kirin û wiha bi dawî bû; “Li dijî êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk bang li hikûmet, parlamento û Serokkomarê Iraqê dikin bêdeng nemînin, sînorên xwe biparêzin. Weke ciwan helwesta me jî wê dewam bike û emê parastina xaka Kurdistanê bikin.”

 

Di dawiyê de jî ciwanan dirûşmeya ‘dagirker derkevin, bese ji xiyanetê re’ çalakî bi dawî bû.

 

 

 

 

(sk)