ÎBRAHÎM ÊZIDÎ/ ŞENGAL

 

Di 3’ê Tebaxa 2014’ê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşê ser Şengalê kir û hezaran gelê Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin û di gorên komî de hatin bin ax kirin. Lê heya niha ev gorên komî nehatine nehatine vekirin, ji ber nayên parastin metirsiya windabûna wan heye.

 

Der barê mijarê de Qeymeqamê Şengalê Fehet Hemîd ku ji ajansa me re axivî, bang li civaka navnetewî kir ku li van goran xwedî derkevin.

 

Fehet Hemîd axaftina xwe wiha domand; “Em bang li tavahiya cîhan û hemû rêxistinên mafê mirovan dikin ku bi çavê 3’an li doza Şengalê temaşe nekin. Ji ber ku tişta hatî serê gelê Êzidî, ne tiştek kême. Lê diyare ku ewên xwe parêzvanên mafê mirovan dibînin çavên xwe li Şengalê girtine. Karesata Şengalê hatiye pişguhxistin. Heya niha 63 gorên komî hatine dîtin. Lê em baş dizanin ger rêxistinên mafê mirovan serdana Şengalê bikin û xwe berpirs bibînin, wê bi sedan gorên komî bînin. Ji ber ku ji 2 heya 70’ê kesan di gorên bi kom ên cûda de hatine bin ax kirin.”

 

 

Fehet Hemîd her wiha got; “Heya hikûmeta Herêma Kurdistanê li vir bû dest danîbû ser van goran û beşek kêm ê goran derdora wan sîm kiribû. Lê wan jî ti tiştek nekir. Piştî hikûmeta Iraqê hate Şengalê, wan jî ev gor paşguh xistine. Niha ti kes van goranên komî naparêze û metirsiyek mezin a windabûna van goran heye.

 

Paşguh xistina van goran, diyare hemû kes dixwaze ew jenosida hatî serê gelê me bê ji bîrkirin. Heya niha saziya şehîdan a Iraqê du caran serdana van goran kiriye, kirine belge, lê wan jî çavê xwe li doza van goran girtine. Malbatên kesên widan an di van goran de li bendê ne ku navên wan kesên di gorên komî de bên diyarkirin ku ew jî hestiyên zarokên xwe ji van goran derbixin.”

 

Di dawiyê de Fehet Hemîd got; “Heya niha bi hezaran gelê me hatiye qetilkirin. Li çiyan ji tîn û birça mirine. Lê yek kesê Êzidî jî ne ji aliyê hikûmeta Iraqê û ne jî ya Herêma Kurdistanê ve weke şehîd nehatine tomarkirin.”

 

(sk)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here