NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şandeya HDP’ê ku ji Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Osman Baydemîr, Îmam Taşçier, Dîlek Ocalan û Dîlek Boga pêk tê, îro li Hewlêrê  li gel Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barezanî, Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û Nêçîrvan Barzanî hevdîtin pêk anî, lê Lijneya protokola şandeya HDP'ê ku ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye erkdar kirin rê dane ajansa RojNews û dezgehên din ên ragihandinê hevdîtina bişopînin.

 

Lijneya protokola şandeya HDP'ê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye erkdar kirin.

 

Her wiha di dema amadekirina vê nûçeyê de, li Otela Dêdeman a Hewlêrê civîna şandeya HDP'ê ya li gel nêzî 30 partî, aliyên siyasî û hejmarek rêxistinên Başûrê Kurdistanê, akîtîvîst û Desteya Piştgiriya Efrînê re didoma, lê rê nehat dayîn rojnameger vê civînê ji bişopînin û bikevin hola civînê.

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here