Şêwekarên Başûr: Divê rêzefilmên Tirkî werin boykot kirin

31

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBCE

 

Li Başûrê Kurdistanê bertek û nerazîbûnên li dijî weşandina rêzefilmên Tirkî zêde dibe. Di vê çarçoveyên de Şêwekarên Helebce û Kelarê têkildarî bandoriya rêzefilmên Tirkî ji ajansa me re axivîn û gotin ku divê rêzefilmên Tirkî werin boykot kirin.

 

Şêwekar Arî Elî yê ji Helebce diyar kir ku divê zêdetir girîngiyê bidin hunera Kurdî û wiha got; "Li Başûrê Kurdistanê weşandina rêzefilmên dublajkirî yên Tirkî gelek ziyan gihandiye huner û asta hunermendên Kurd. Em daxwazê dikin ku zêdetir girîngiyê bidin bi hunermendên Kurd, ji bo pêşxistina asta hunera me û tejîkirina ew bandoriya xirab a bi rêya rêzefilman civaka me kiriye."

 

 

'Divê valehiya heye em tejî bikin'

 

Şêwekareke din a Helebce Ruxsar Rehmet jî wiha destnîşan kir; "Rêzefilmên dublajkirî yên Tirkî bi awayekî pir berfireh ketiye di nava jiyana hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê de. Bandoriya xirab li ser çanda Kurdî kiriye. Divê weşandina van rêzefilman were rawestandin. Weke şêwekar û hunermend divê em vê valehiya heye ji bo  ferdên civakê baştir tejî bikin."

 

 

'Gava herî baş koykote'

 

Şêwekarê ji Kelar Serdar Hemîd diyar kir ku ji derveyî bandoriya xirab a rêzefilmên Tirkî, hunera welatên din ên Ewropa jî li ser civaka Kurd serdest bûye û got; "Malbat û welatiyên me ji dur ve li wê çand û reftarên bêhêz ku di rêzefilman tên weşandin dinêrin. Lewma gava herî baş ewe ku welatî van rêzefilmên Tirkî boykot bikin û hikûmet jî hewldana rawestandina wan bide."

 

 

'Me çanda xwe ji bîr kiriye'

 

Her wiha şêwekar Rênaz Namiq ya ji navçeya Kelarê jî wiha destnîşan kir; "Rêzefilmên dublajkirî yên Tirkî bi awayekê bandorî kiriye ku çanda me ji bîra me çûye. Lewma divê hem hemû bi boykota van rêzefilman bikin. Zêdetir girîngiyê bidin bi huner û hurmendên xwe."