Welatiyên Bradost ji bo hikûmetê: Xaka me ne firoşin

33

 

 

 

ZUBÊR BRADOSTÎ/ BRADOST

 

Dewleta Tirk zêdetirê 25 kîlometir xaka herêma Bradost ya girêdayî Hewlêrê dagir kiriye, li herêmê dest bi çêkirina baregehên leşkerî kiriye. Welatiyên herêma Bradost di vê derbarê de ku ji ajansa me re axivîn, nerazîbûn nîşa dagirkeriya dewleta Tirk dan.

 

Yek ji welatiyên herêma Bradost bi navê Eskender Reşîd got ku ew li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê pir acizin.

 

 

Eskender Reşîd wiha jî got; “Dewleta Tirk a faşîst dixwaze li herçar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd qir bike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li hemberî vê bêdenge.”

 

Her wiha ciwanê ji herêma Bradost nerazîbûna xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk wiha anî ser ziman; “Dagirkeriya dewleta Tirk zererê digehîne welatî, civak û xelkê gundan. Ev jî xemsariya hikûmata Herêma Kurdistanê ya li hemberî herêma Bradost e.”

 

 

Jina ciwan jî nerazîbûna xwe nîşa dagirkeriya dewleta Tirk da û ev bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir; “Rê nedin dewleta Tirk sînorê Herêma Kurdistanê derbas bike û êdî xaka me nefiroşin.”

 

 

(sk)