SEMÎRA ŞEHABÎ / SILÊMANÎ

 

 

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê îro saet 11:00’ê li navenda xwe ya sereke ya bajarê Silêmanî têkildarî Tevgera dagirkirina Başûrê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirk ve daxuyaniya çapemeniyê lidar xist.

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulla axivî û diyar kir ku ji ber êrîşên Tirkiyê tevahiya Başûrê Kurdistanê dibin dagirkeriyê de ye û got: “Tevahiya Başûrê Kurdistanê di bin metirsiyeke mezin de ye û her diçe hewldanên dagirkirina Başûr jî zêde dibe. Li pişt ev tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk de dewletên din jî hene û bi eşkereyî piştgiriya xwe ji bo Tirkiyê radigihînin.”

 

Rexne li Hikûmeta Herêmê

 

Hevserokê Tevgera Azadî di dewama axaftina xwede rexne li bê helwestiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê girt û wiha pêde çû: “Hikumeta Herêma Kurdistanê rê ji leşkerên Tirkiyê re xweş dike û bi rojevên cûda hewl dide xelk vêya nebîne. Tirkiye PDK’ê  ji bo vêya bi kartîne. Ji bo vê yekê em hişyarî didin hemû aliyên siyasî û dibêjin Tirkiye dixwaze partiyan perçe bike. Erka hemû derdor û kesayetên demokratîkin ku li dijî vê yekê raweste. Bi taybet divê civaka navnetewî erka xwe pêk bîne. Ji ber ku tenê metirsî li ser Kurdan nîne.”

 

Banga li gel

 

Mihemed Ebdulla bang li gel kir ku bi rihê raperînê axa xwe biparêzin û bang li hemû partiyên siyasî yên Başûr dikin ku di demeke herî nêz de bicivin û helwesta xwe ya li dijî dagirkeriya Tirkieye ragihînin.

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here