HDP’ê ji bo tifaqa Kurd serdana Yekgirtûya Îslamî kir

38

 

 

 

BIRYAR MIHEMED / HEWLÊR

 

 

Şandeya HDP’ê ya dibin serokatiya Hevseroka HDP’ê Perwîn Buldan de serdana Başûrê Kurdistanê kiriye di roja duyemîn de jî ji bo tifaqa Kurd û lidarxistina kongreya Netewî ya Kurd serdana partiyên Başûr dike. Îro piştî serdana Hizba Şûî li Hewlêrê di saet 14:00’an de serdana Yekgirtûya Îslamî hate kirin.

 

Şandeya HDP’ê ji aliyê Emîndarê (serok) Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Bahadîn û endamên Rêveberiya partiyê ve hatin pêşwazî kirin. Piştî Hevdîtina du alî ya HDP û Yekgirtûya Îslamî daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn.

 

 

Daxuyanî li navenda Yekgirtûya Îslamî ji aliyê Endamê Rêveberiya Yekgirtûya Îslamî Xelîl Îbrahîm ve hate dayîn. Xelîl Îbrahîm di daxuyaniya çapemeniyê de balkêşa ser hewldanên dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û dagirkeriya Tirk şermezar kir.

 

Şandeya HDP’ê piştî Hizba Şûî serdana Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê kir. Piştî hevdîtinên li Hewlêrê çav li rêye ku şande sibe serdana Silêmanî bike.

 

(bz)