Hizba Zehmetkêşan piştgirî da hewldanên ji bo kongreya netewî

34

 

 

 

BIRYAR MIHEMED / HEWLÊR

 

 

Şandeya HDP’ê ku ji bo çêkirina derfet û zemîna lidarxistina kongreya netewî û helwestgirtina li dijî dagirkeriyê li çar parçeyên Kurdistanê serdana Başûrê Kurdistanê kir, ev du roje bi vê armancê serdana partiyên Başûrê Kurdistanê dike. Şandeya ku HDP’ê ya ji Hevseroka HDP’ê Perwîn Buldan, parlementer Dîlek Ocalan, Îmam Taşçier, Feleknas Uca, Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk û endama rêveberiya HDP’ê Zehnep Boğa pêk tê, piştî serdana Hizba Şûî, Yekgirtûya Îslamî serdana Partiya Zehmetkêşan kir.

 

Şandeya HDP’ê ji aliyê Endamê Desteya Serokatiyê ya Hizba Zehmetkêşan Behmen Hesen, endamê Mekteba Siyasî Hîwa Selîm, Endamê mekteba siyasî Belên Ebdulla, Endama Serkirdayetiyê Nîştîman Mihemed û Endamê Desteya Mekteba Siyasî ya Hizba Zehmetkêşan Xelîl Îbrahîm ve hate pêşwazî kirin.

 

Hevdîtin di saet 13:30’an de li navenda Hizba Zehmetkêşan pêk hat.

 

Piştî hevdîtinê têkildarî naveroka hevdîtinê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniya çapemeniyê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk axivî û diyar kir ku armanca hatina wan a Başûr û serdana partiyên siyasî yên Kurd ji bo kongreya netewî ya Kurd e.

 

 

 Piştî Ozturk Endamê Mekteba Siyasî ya Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê Seîd Xalid axivî mafê axaftinê girt û diyar kir ku ewê ji bo lidarxistina kongreya netewî her erkeke bikeve ser milê wan wê pêk bînin û got: “Rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd li çar parçeyên Kurdistanê di kongreya netewî ya Kurd re derbas dibe.”

 

Biryare îro saet 16:30’an serdana Komela Îslamî bikin. Sibe jî derbasê bajarê Silêmanî bibin.

 

 

 (îk/bz)