ji Çavdêrên Siyasî yên Kerkûkê banga yekîtiyê

28

 

 

 

KERKUK / ROJNEWS

 

 

Dewleta Tirk parçe parçe xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike û heya niha ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne jî Hikûmeta Federal a Iraqê li dijî van binpêkirin û destdirêjiyên Tirkiyê gavên pratîkı ne avêtine û tenê bi daxuyaniyan re maye.  Ji ber vê bê helwestiyê heya niha gelek welatiyên devera Soran neçar mane dest ji gundên xwe berdin û koçber bibin.

 

Çavdêrê Siyasî yê ji Kerkûkê Fexredîn Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk li her derê dijminahiya gelê Kurd dike û wiha axivî: “Tirkiye hebûna xwe bi têkbirina Kurdan ve girêdaye. Ji ber Rojavayê Kurdistanê nêzî Bakure ji lewma dijayetiya sîstema wê dike. Li Başûr jî bi heman awayî nêz dibe û naxwaze Kurd bigihin mafên xwe. Ji bo vê jî divê hêzên siyasî yên Kurd yekıtiya xwe li dijî van êrîşên li ser Kurdan çêbikin.”

 

 

Çavdêrêkî din yê siyasî Nazim Zengene jî da xuyakirin ku li çar parçeyên Kurdistanê komployeke navnetewî li dijî gelê Kurd heye û armanca vê komployê têkbirina gelê Kurd e û wiha pêde çû: “Ev bi awayeke eşkere li Efrînê hate dîtin û derket holê ku ji derveyî Kurdan dostê Kurdan nîne. Heman tişt ji bo Kerkûkê jî derbas dibe.”

 

 

Nazim bang li Hikûmeta Iraqê û partiyên siyasî yên Kurd kir ku pêşî li destdirêjiya Tirkiyê ya derbaskirina sînor bigirin. Divê em êdî dilê dijmin xwe nekin. Tenê yekîtiya Kurd dikare vê komployê vala derxe.”

 

(îk/bz)