Ji HDP’ê û Hizba Şûî peyama yekîtiya netewî

32

 

 

 

BIRYAR MIHEMED / HEWLÊR

 

 

Serdanên şandeya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ku ji Hevseroka HDP’ê Perwîn Buldan, parlementera HDP’ê Feleknas Uca, Hevserokê KCD'ê û parlementerê HDP'ê Bedran Oztûrk, parlementerên HDP''ê Dîlek Ocalan, Îmam Taşçier û endama Meclîsa Rêveber a HDP’ê Zeyneb Boga pêk tê, li Başûrê Kurdistanê di roja duyemîn de dewam dike.

 

Şandeya HDP’ê ji aliyê Sekreterê Giştî yê Hizba Şûî Kawa Mehmût û endamên rêveberiya Hizba Şûî ve hate pêşwazî kirin.

 

Hevdîtin di saet 10:00’an de ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Di saet 11:30’an de daxuyaniyeke hevpar ji aliyê şandeya HDP’ê û Hizba Şûî ve hate lidarxistin.

 

Di daxuyaniyê Hevseroka HDP’ê Perwîn Buldan axivî û diyar kir ku ev du roje hevdîtinên wan li Hewlêrê berdewam dikin û wiha axivî: “Di roja yekemîn bernameya me ya hevdîtinan de me serdana Nêçîrvan Barzanî, Mesûd Barzanî, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî kir. Ev hevdîtin bi giştî erênî bûn. Divê êdî demildest yekîtiya Kurdan çêbibe û kongreya netewî kom bibe. Di hevdîtinên me de hate gotin ji bo yekîtiya Kurdan gelek dereng mane.  

 

 

 

 

‘Divê Kurd êdî yekîtiya xwe çêbikin’

 

Ji ber zilm, zext u komkujiyene di vê demê de li ser Kurdan tê meşandin divê em êdî yekîtiya xwe çêbikin. Divê ew siyaseta şer a bi Kerkûkê destpê kir, bi Efrînê dewam dike û wer diyare wê berdewam bike, divê êdî bi dawî were. Me weke HDP’ê li her derê aşitî û azadiyê parast. Em ê ji vêya şûn ve jî xizmetê ji aşitî û azadiyê re bikin. Li hember hewldanên bi şer û zilmê dixwazin destkeftiyên Kurdan têk bibin jî divê em yekîtiya xwe çêbikin. Di vê demê de yekîtiya Kurdan gelek girîng e.”

 

‘Ev tifaq gelek girîng e’

 

Em behsa tifaqek dikin, ev tifaq ji bo pêşeroj û azadiya Kurdan gelekî girînge. Armanca van hevdîtinên me tifaqe. Me di hevdîtina xwe ya bi Hizba Şûî re jî van îşaret bi van mijaran kir u me got, divê diyalog berdewam bike.”

 

Buldan li ser pirsa wê li Tirkiyê pêvajoyeke nû destpê bike jî wiha axivî: “Ez nizanim wê pêvajoyeke nû li Tirkiyê destpê bike an na lê, pêwîstî bi pêvajoyeke nû heye. Divê li Tirkiye hûzûr çêbibe. Ji ber pêvajoya çareseriyê hate sekinandin û têkiliya bi Ocalan re hate qut kirin pêvajo kete qonaxeke nû. Diviyabû hevdîtin berdewam bikin. Bi qutkirina hevdîtinan re tecrîda li ser Ocalan jî giran bû. Bi tecrîda Ocalan re bandoreke nebaş li ser Tirkiye Rojhilata Navîn kir. Divê tecrîd were rakirin u pêvajoyeke nû dpstê bike. Ne tenê Tirkiye pêwîstiya Rojhilata Navîn jî bi aşitiyê heye. Divê derfetên diyalogê zêdetir werin avakirin.”

 

Her wiha şandeya HDP’ê diyar kir ku ewê van hevdîtinên xwe bi partiyên Rojava, Rojhilat û Bakur re jî berdewam bikin.”

 

Piştî hevseroka HDP’ê Perwîn Buldan, Sekreterê Giştî yê Hizba Şuî ya Kurdistanê Kawa Mehmûd jî axivî û got “Li Bakurê Kurdistanê siyasetekî li dijî Kurdan tê meşandin. Bi hezaran endam û 9 parlamenterên HDP’ê hatine girtin. Ji bo vê divê em hemû piştgiriya partiyên Kurd yên li Bakurê Kurdistanê bikin û raya giştî ya navnetewî jî agahdar bikin. Têkoşîna me ya li çar parçeyên Kurdistanê yeke.”

 

 

Di dawiyê de Hevserokê KCD'ê û parlementerê HDP'ê Bedran Ozturk jî axivî û got: “Pêwîste partiyên Kurd ji bo çareserkirina nakokiyên navxweyî guftugoyan bikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Yekdengî ji bo gelê Kurd gelek girînge, em dixwazin yekitiya netewî bi dest bixin. Armanca me ya serdana parçeyên Kurdistanê eve.”

 

(îk/bz)