NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Her diçe liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya li xeta Germiyanê û bi taybet jî devera parêzgeha Kekûkê zêde dibe. Şevê din li gundê Elkêf a  ser bi navçeya Dibis a Kerkûkê  6 welatiyên sivîl ketin kemîna çeteyên DAIŞ’ê.

 

Li gorî agahiyên ku bidest me ketiye çeteyan êrîşê maşîneyên welatiyan kirine û di encamê de 3 kes hatine kuştin 3 jî birîndar bûn. Her wiha erebeyek revandin û erebeyek jînda ber agir.

 

Çeteyên DAIŞ’ê cilê Polîsên Federal yên Iraqê li xwe kiribûn û xwe weke nuqteyeke kontrolê ya girêdayî hêzên Iraqê dane nîşan. Hejmara çeteyên êrîşkar di derdora 10 kesî de bûne.

 

Têgotin ku li derdora gundên Kerkûkê çeteyên DAIŞ’ê kemînan diavêjin pêş welatiyan û yan direvînin yanjî dikujin.

 

 (îk/bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here