Li Sîdekanê li dijî artêşa dagirker çalakiya sabotajê

69

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li gorî çavkaniyên herêmî dibêjin, duh gerîlayên HPG’ê li devera Sîdekanê li dijî leşkerên xaka Başûrê Kurdistanê dagirkiriye çalakiyeke bi bandor a sabotajê lidarxistine. Têgotin ku di dema derbasbûna leşkerên Tirk de teqemeniya ku gerîla li herêmê bi cih kiribû teqiyaye û di encamê de gelek leşkerên Tirk mirine û birîndar bûne.

 

Duh danê nîvro jî li dijî leşkerên Tirk ên li girê Alîşer ê navçeya Geverê bi cih bûbûn çalakiyek hate kirin û gelek leşker li vir jî mirin û birîndar bûn.

 

Heya niha derbarê çalakiyê de Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê ti daxuyaniyek ne weşandiye.

 

Çavkanî: anf