Li Swêdê rojbûna Ocalan û salvegera damezrandina PJAK’ê

31

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Duh li paytexta Swêdê Stockholmê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) rojbûna Ocalan û salvegera xwe bi tevlîbûna Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê piroz kir. Wêneyekî mezin ê Ocalan û wêneyên gerîlayên PJAK'ê yên şehîd bûne bi dikê ve hatin kirin û find hatin vêxistin.

 

‘Felsefeya Ocalan gerdûnî bû’

 

Bi navê KODAR'ê Ehwen Çiyako axivî û diyar kir ku 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rojbûna felsefe û bîrdoziyekê ye. Çiyako destnîşan kir ku ev felsefe bi demê re derket derveyî sînorên Kurdistanê û gerdûnî bû.

 

Çiyako bi bîr xist ku 4'ê Nîsanê her wiha salvegera damezrandina PJAK'ê ye û got, PJAK a ku li Rojhilatê Kurdistanê ava bu ne tenê ji bo Kurdan her wiha ji bo hemû gelên Îranê û hindikahiyan bû çavkaniya îlham û moralê.

 

Piştî axaftina Çiyako, Kurdistanî li ser stranên hunermend Omîd Mûhammed û Sîdar, govend gerandin.

 

Dûre Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal peyivî û anî ziman ku ew 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan weke mîladekê dibînin. Kartal diyar kir ku ew pê bawer in; wê paradîgmaya azadîparêziyê ya Ocalan ku ji bo gelan, bawerî û zayendan afirandin, bi ser bikeve.

 

Parlamenterê Mûşê yê HDP'yî Ahmet Yildirim jî ku beşdarî pîrozbahiya PJAK’ê bûbû da xuyakirin ku ji bo aştiyeke mayinde Ocalan lîdereke ku dikare bi roleke girîng rabe.

 

Yildirim bang li Kurdistaniyan, demokratan û parêzvanên mafên mirovan kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hewl bidin.

 

(bz)