‘Mafê Kurdane li Bakur parlementoya xwe damezrînin’

39

 

 

 

BIRYAR MIHEMED / HEWLÊR

 

 

Parlementerê HDP’ê yê Riha’yê Osman Baydemîr li ser qirkirinên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê û girtina siyasetmedarên Kurd û demokratên Tirkiyê ji çapemeniyê re axivî û diyar kir ku yan divê wisa bibe ku Kurd parlementoya Tirkiyê weke ya xwe bibînin yanjî mafê Kurdane ku li Bakurê Kurdistanê parlementoya xwe ava bikin.

 

Baydemîr diyar kri ku Bexda, Enqere, Tehran û Şam hewl didin gelê Kurd di mijara netewî de têk bibe.

 

Baydemîr destnîşan kir ku hemû xebat û têkoşîna didin ji bo Kurdistanê ye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em dixwazin parlamentoya Tirkiyê bikin parlamantoyek ku Kurd jî wekî parlamantoya xwe bizanin. Ger Enqere bi vê yekê razî nebe, Kurd mafê xwe heye ku li Bakurê Kurdistanê parlamantoyekî taybet bi xwe damezrînin."

 

(ep/bz)