Şanda HDP’ê li gel Komeleya Îslamî civiya

35

 

 

 

BIRYAR MIHEMED/ HEWLÊR

 

Îro şanda HDP’ê li bajarê Hewlêr çû serdana mekteba Emîrê Komeleya Îslamiya Kurdistanê. Şande ji aliyê Emîrê Komele Elî Bapîr, endamê encûmena siyasî yê Komele Ebdulstar Mecîd, endamên rêveberiya Komele Şiwan Raber, Hesen Babekir, parlamentera Komele Şukriye Şêxan, berpirsê peywendiyên Komele Selîm Koyî û berpirsê malbenda Komele yê Hewlêrê Seîd Herkî ve hate pêşwazîkirin.

 

Piştî civîna navbera herdû aliyan de, endamê encûmena siyasî yê Komeleya Îslamî Ebdulstar Mecîd têkildarî naveroka hevdîtinê ji çapemeniyê re wiha axivî; “Mijara sereke ya civîna me lidar xistina kongreya netewî bû. Me jî diyar kir ku em ji hemû xebatên pêwîst ên ji bo lidar xistina kongreyê re amade ne.”

 

 

Ebdulstar Mecîd wiha jî got; “Me ji şanda HDP’ê re got ku divê demek herî zû alî bên gel hev û ji bo kongreya netewî xebatên pêwîst bikin. Ev jî ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd”.

 

Şanda HDP’ê îro li bajarê Hewlêr li gel Hizba Komunîsta Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Hizba Zehmetkêşanî Kurdistanê jî kom bûbû.