Serokê Parlementoya Iraqê li Hewlêrê ye

49

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî îro di saet 11:00’an de bi armanca sersaxî ji bo wefata Dilovan Îdrîs Barzanî bixwaze, tevî şandeyek serdana Hewlêrê kir.

 

Şandeya Cibûrî li balafirgeha Navnetewî ya Hewlêrê ji aliyê Cîgirê Serokê Parlementoya Herêma Kurdistanê Cehfer Emînkî û Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê Fûad Hisên ve hate pêşwazî kirin.

 

Li gorî agahiyên bidest ketiye wê şandeya Cibûrî ji bo sersaxiyê serdana birayê Dilovan Barzanî Serokwezîrê Hikûmeta Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî bike.

 

Ji ber pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikumeta Iraqê de dibe ku mijara asayîkirina peywendiyên di navbera hikûmeta navendî û ya herêmî de jî werin destgirtin.  

 

(bz)