Xwepêşandanên kedkaran tê astengkirin

29

 

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Xwepêşandanên mamoste û karmendên Başûrê Kurdistanê yên li dijî sîstema ne dadwer ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam e. Îro jî mamoste û karmendên Kelar, Ranya û Silêmanî bi heman armancê daketin qadan.

 

 

Mamoste û karmendên Silemenaî îro li ber Perwerdeya Rojava kombûn û xwestin xwepêşandan lidar bixin. Mamoste û Karmendên Kelarê jî li ber xwendingeha Leyla Qasim dest bi xwepêşandanê kirin.

 

Ancax xwepêşandana Silêmanî li rastê astengiya hêzên ewlekariyê hat û hêzêke zêde rewaneyê qada çalakiyê hatiye kirin. Xwepêşander jî li hember ev astengî û dorpêşa hêzên hewlekarî dirûşma “Azadî, Azadî” diqêrin.

 

Dezgehên ragihandinê ku dixwazin çalakiyan bişopînin jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tên astengkirin.

 

 

Mamoste û karmend daxwaza meaşê xwe dikin û dibêjin divê sîstema paşxistina meaşan were hilweşandin. Tevî ku Hikûmet gotiye ewê nîv bi nîv meaşê wan bidin jî heya niha ti gaveke pratîkî ne hatiye avêtin û baweriya çalakvanan jî bi sozêb Hikûmetê nemaye.

 

(bz)