‘Berjewendiyên taybet rê ji dagirkeriyê re xweş dike’

32

 

 

 

HAWKAR MISTEFA / HELEBCE

 

 

Gelê Başûrê Kurdistanê û hemû beşên civakê ji dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê nerazî û bihêrsin. Bi taybet jî ji bê helwestiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyên Başûrê Kurdistanê ku dostaniya wan bi Hikûmeta AKP’ê re hene nerazîne. Mamosteyê Zanîngeha Helebce ya Beşa Ragihandinê Îsmaîl Hecî mijara dagirkeriya Tirk a li ser Başûr dinirxîne û dibêje ku peywendiyên şexsî û taybet yên li gel Tirkiyê dibe sedem ku Tirkiye bi hêsanî Başûr dagir bike.

 

Mamoste Îsmaîl Hecî ji ber dagirkeriya Tirk rexne li partî û herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê digire û dibêje, “Peywendiya Hikumet û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi Tirkiyê re li ser bingehê berjewendiyên taybet û şexsîne. Di van têkiliyan de berjwendiyên xwe diparêzin. Ev jî dibe sedem ku Tirkiye bi awayeke hêsan dagirkeriyê bike.”

 

Mamostayê Zanîngehê Îsmaîl Hecî bêyku navê ti partiyek bi eşkereyî bide bi awayeke sergirtî hinek partiyan jî tund rexne dike û wiha pêde diçe: “Eger partiyek ji bo kuştina welatiyên xwe piştgiriya hêzeke dagirker bike, ew partî dikare gelek karên xiraptir jî bike. Desthilateke berjewendîxwazin dikarin bi hêsanî Kurdistanê radestê dagirkeran bikin.”

 

 (îk/bz)