Du bira pêlavên jin û zilaman çêdikin

44

 

 

 

ROZA MIHEMED-SOSIN/ SILÊMANÎ

 

Di nava Kurdan de hûnerê keda dest gelek binav û denge. Hûnerê dest yê gelê Kurd ku beriya sedan sal hatiye çêkirin û hêjî di roja me ya îro de berdewam dike. Gelek kes hene hêjî çand û hûnera Kurdî diparêzin. Du birayên li Silêmaniyê pêlavan çêdikin ji RojNews re axivîn.

 

Li Başûrê Kurdistanê jî çanda Kurdî kêm bejî tê parastin. Li bajarê Silêmaniyê du bira pêlavên jin û zilaman çêdikin. Ev çanda pêlavên taybet ji bav û kalên wan tên û hêjî berdewam dikin. Herdû birayên bi navê Aram Hacî Mecîd (49) û Farûq Hacî(52)çanda ku bi dehan salan ji bav û kalên xwe girtîn, îro jî dewam dikin.

 

Aram Hacî Mecîd ku li Tewale ji dayîk buyî niha li bajarê Silêmaniyê jiyana xwe berdewam dike. Aram ev nêzîkî 30 salane xerîkê karê pêlav çêkirinê ye. Aram di derbarê çêkirina pêlavên jinan de wiha axivî: “Di sala 2010’an de jinek ku hemwelatiyê Amrîka bû hat dikana min û jimin xwest ku ez pêlavek ya bivî awayî ya jinan jêre çêkim. Dema ku min pêlav jêre çêkir, jina Amrîkî ji min xwest ku ez paçek sor deynim ser pêlavê û bi xemlînim. Dema ku min ev yek kir ew pêlav gelek ciwan derket.”

 

 

Aram di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di destpêkê de dema ku me pêlavên jinan çêdikir, me di binê pêlavan de cudakarî dirûst dikir ku zêdetir me rengê sor bi kartanî. Lê piştre me di serê pêlavê de jî cudahî xistê û me paçek sor ji bo xemilandina pêlavên jinan bikar anî. Em niha jî rengê pembe û yê sorê tarî ji bo pêlavên jinan bi kartînin.”

 

Herwiha Aram diyarkir ku firotina pêlavên jinan di bazarê de kême û wiha got: “Heya niha di bazara Kurdistanê de jin ji kirîna pêlavên bi vî awayî dûrin. Lê ew jinên ku ji dervey welat tên pêlavan dikirin.” Arma di derbarê nirxê pêlavan dejî diyarkir ku pêlav bi xwe nêzîkî 50-55 hezar dînarê Iraqê ye û yê jinan jî 35 hezare dînare.

 

Piştî Aram birayê wî Faruq Hacî Mecîd (53) jî ku di temenê xwe yê 12 salî de dest bi çêkirina pêlavan kiriye axivî û got: “Binê van pêlavan ji xam pêktê ku ji çend rengên; sor, spî û şînin. Em van rengane parçe parçe dikin, piştrejî bi hev ve asê dikin.  Kitek ya pêlavê nêzîkî 200 heya 250 parçeyên xam pêktên. Herwiha beşa destpêkê jî ji deziyê spî pêk tê.”

 

 

Heya niha di cîhanê de kesekê ne zaniye çep û rastê van pêlavane kijane. Mirov dikar vê pêlavê ya çep ji bo rast, ya rast jî ji bo çep bi karbîne.

 

 

 

 

 

 

(ik)