Goran: PDK dizane dewleta Tirk li dijî Kurdane lê…

29

 

 

 

SILÊMANIYÊ / ROJNEWS

 

 

Cîgirê Rêveberê Civata Giştî ya Tevgera Goran Salih Jajleyî têkildarî bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraq û partiyên Başûrê Kurdistanê yên di mijara dagirkeriya Tirk de ji RojNews’ê re axivî.

 

Jajleyî diyar kir ku artêşa Tirk hêdî hêdî Başûrê Kurdistanê dagir dike û got: “Artêşa Tirk bi awayeke vekirî dibêje, ezê ji Bakurê Sûriyê heya Bakurê Iraq û Şengalê dagir bikim.”

 

Li ser bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember vê dagirkeriyê jî wiha axivî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî artêşa Tirk nasekine û Hikûmeta Iraqê jî tenê di axaftinê de li dijî hebûna artêşa Tirk derdikeve. Lê, di rastiyê de çavê xwe ji dagirkeriya Tirk re digire.”

 

Li ser peywendiyên PDK’ê bi Hikûmeta faşîst a AKP’ê re jî Salih Jajleyî wiha axivî: “Ya rastîn PDK dibîne ku dewleta Tirk li dijî Kurdane lê, berjewendiyên şexsî û malbatî ji bo wan girîngtir e.”

 

Cîgirê Rêveberê Civata Giştî ya Goran Salih Jajleyî diyar dike ku ew weke Tevgera Goran li dijî her cûre dagirkeriyêne û wiha pêde diçe: “Ji ber ne Hikûmeta Herêmê û ne jî Hikûmeta Iraqê helwestek li dijî dagirkeriyê nîşan nadin pêwısıte gel û pêkhateyên herêmê bibin xwedî helwest.”

 

(ep/bz)