Helebceyî: Gelê Kurd bi yekîtiya netewî wê bigehe mafên xwe

57

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ/ HELEBCE

 

Dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Li hemberî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk nerazîbûna çîn û pêkhateyên Başûr dewam dike. Di vê çarçoveyê de çalakvanên bajarê Helebce ku ji ajansa me re axivîn, bal kişandine ser giringiya yekîtiya netewî ya Kurd.

 

Çalakvanê civaka medenî Bextiyar Ebubekir got ku di gelemperiya dîrokê de timî dijminan hewl daye nehêlin Kurd di nava xwe de bibin yek û got; “Bi yekîtiya netewî û tifaqê li herçar parçeyên Kurdistanê gelê me wê bikare li hemberî dijminan ser bikeve. Tevahî mafên xwe bi dest bixwe.”

 

 

Bextiyar Ebubekir wiha jî got; “Timî di navbera Sûriye, Tirkiye, Îran û Iraqê de nakokî hebûye. Belê li ser tinekirina Kurdan yek helwest û yekdengin. Em dibînin bi şêweyek eşkere artêşa Tirk xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û ev welate jî piştgiriya dagirkeriya dewleta Tirk dikin.”

 

Her wiha çalakvan Şeyda Muetesem jî li ser heman mijarê wiha got; “Di tevahiya dîrokê de Kurdan nekariye bibin. Piştî ev hemû şikestin û xiyaneta hate kirin, aliyên siyasî bûne sedema dagirkeriya dewletên biyanî. Bi taybetî dagirkeriya herêmê weke Şengal û Kerkûkê. Hîna jî yekîtiya netewî çênebûye.”

 

 

Di dawiyê de jî Şeyda Muetesem axaftina xwe bi van gotinan dawî kir; “Mixabin pêşbaziya siyasî wisa kiriye ku gelê me niha di nava rewşek xerab de bijî. Dijmin bi hêsanî xaka me dagir dikin. Êrîşê ser me dikin. Ji bo wê jî pêwîste dest ji pêşbazî û parçebûnê berdin. Li ser asta herçar parçeyên Kurdistanê yekîtiya netewî çêbikin.”

 

(sk)