SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Şandeya HDP’ê ku ji Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Osman Baydemîr, Îmam Taşçiyer, Bedran Ozturk, Dîlek Ocalan û endama MYK’ê Dîlek Boga û ji nûnerên HDP’ê yên Hewlêrê pêk tê, piştî YNK û YNK'ê Goran û şûnde li Silêmaniyê di saet 16:00'an de çûn serdana Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê. Di daxuyaniyên hatin kirin hate diyarkirin ku mijarên mîna pirsgirêkên Iraq û Hikûmeta Başûr, dîsa pêkanîna kongreya netewî û êrîşên dagirker hatine nîqaşkirin.

 

Di nava şandeya Tevgera Azadî ya ku bi heyeta HDP’ê re hevdîtin pêk anî, Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah, ji rêveberiyê Tara Hiseyîn, endama meclîsê Bêrîvan Mihemed , Abdulwehab Ehmed, Hevserokê bajarê Silêmaniyê Hacî Azad, namzetên Parlametoya Iraqê û rêveber cih girtin.

 

Piştî hevdîtina bi qasî saetekê dom kir û şûnde daxuyaniyek ji bo çapemeniyê hate dayîn. Bedran Ozturk ê HDP’yî ku li vir axivî, anî ziman ku armanca hevdîtinên wan ên li gel partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê pêkanîna kongreya netewî ye.

 

Ozturk bibîr xist ku di demeke ku evqas êrîşên dijwar li ser Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê heye ev hevdîtin ji bo Kurdan karekî lezgîne û got: “Dagirkeriya bi Kerkûkê re destpê kir û Efrînê dom dike, niha li dijî başûr êrîşên dagirkeriyê hene. Ji bo şikandina vê plansaziya qirêj divê kongreya netewî bi lezgîn bê kirin.

 

Berdevka Tevgera Azadî Tara Hiseyîn di daxuyaniya hevpar a çapemeniyê de axivî û bal kişand ser rewşa lezgîn a hevdîtinên bên kirin. Hiseyîn bal kişand ku ji derveyî tevgerkirina hevpar a Kurdan ti rêyek din nîne û got: “Ji ber vê hesasyeta heyetê spasiya wan dikin. Em weke partî û tevger tişta bikeve ser milê me em ê bikin. Divê her kes ji bo yekîtiya neteweyî hewl bide."

 

Hevdîtinên îro yên şandeya HDP'ê ku sê roje didome bi dawî bû. Şandeya HDP’ê wê sibe li gel Nifşê Nû, Partiya Sosyalîst û partiya Hevpeyman a ji bo Dadperwerî û Demokrasiyê re bicive.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here