NAVENDA NÛÇEYAN

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya hêzên gerîla ya li Derya Reş, ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza Dersim de roja 5'ê Nîsanê pêk anîn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

 

Di daxuyaniyê HPG’ê de wiha hat diyar kirin ku artêşa TC a dagirker roja 4'ê Nîsanê li qada navbera navçeya Tonya ya Trabzonê û navçeya Kurtun a Gumuşhaneyê bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov û wesayitên zirxî dest bi operasyonê kir.

 

'Gelek leşkeran xwe ji kendêl avêtin'

 

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza Dersim de roja 5'ê Nîsanê yekîneyeke operasyonê şopandin. Piştî demekê ji şopandinê, saet 14:00 li vê yekîneya dijmin xistin. Hêzên me xwe berdan cihê ku yekîneya dijmin lê bû û ji nêz ve li leşkeran dan. Ji ber derbên xurt ên hêzên me, gelek leşkerên yekîneya dijmin xwe ji kendêl avêtin û bi vî rengî hewl dan birevin.

 

'Hêzên me çûn ser 5 cenazeyên leşkerên dijmin'

 

Hêzên me li vê derê çûn ser cenazeyên 5 leşkerên dijmin. Di çalakiyê de bi dehan leşkerên dijmin birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi 2 helîkopterên bi tîpa Skorsky û ambûlansekê leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir. Operasyona li herêmê dewam dike.

 

Herwiha HPG’ê di derbarê bomberdumana li herêmên parastin ên medyayê de jî agahî û got: “7'ê Nîsanê saet 10'an, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, bombe li qada Keşanê ya herêma Heftanînê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Roja 8'ê nîsanê jî saet 13'an balafirên şer bombe li quntarê girê Şekîf ê herêma Xakurkê barandin."

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here