Şanda HDP’ê li gel polîtburoya YNK’ê civiya

37

 

 

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Îro saet 10:00’ê şanda HDP’ê ku ji Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Osman Baydemîr, Îmam Taşçiyer, Berdan Ozturk, Dîlek Ocalan, Dîlek Buha pêk dihat li bajarê Silêmanî çû serdana polîtburoya YNK’ê.

 

Şanda HDP’ê ji aliyê endamên polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar, Sedî Ehmed Pîre, Hakim Qadir û endamên reveberiya YNK’ê Ciwan Îhsan, Bilêse Cebar Ferman û Arêz Ebdullah ve hate pêşwazîkirin.

 

Piştî civîna herdû aliyan, endamê polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar û Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan bersiva pirsên rojnamegeran dan.

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de Mele Bextiyar axivî û got; “Li gel şanda HDP’ê me li ser mijara yekîtiya netewî, danûstandina navbera aliyan, rewşa siyasî ya Kurdistan û herêmê guftûgo kir. Her wiha me qala rola Kurdan di nava siyaseta dewletên mezin û dewletên herêmê kir.”

 

 

Bextiyar her wiha got; “Em li gel wê ne ku pirsgirêkên Tirkiyê bi guftûgoyê bên çareserkirin. Lê ger wiha nebe, emê pişta xwişk û birayên xwe bernedin.”

 

Piştre jî Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan ku axivî, got; “Me li gel YNK’ê li ser giringiya helwesta aliyên Kurdistanê, tifaqa navxweyî û giringiya kongreya netewî nîqaş kir. Bi dagirkirina Kerkûkê re dilê me birîndar bûye. Weke çewan bi êrîşkirina ser Efrînê re dilê me birîndar bû. Ev bûyer hemû jî diyar dikin ku ka çiqas kongreya netewî û tifaqa navxweyî giringe.”

 

 

Buldan got; “Emê li ser xebatên xwe yên ji bo tifaqa nava Kurdan û tifaqa nava aliyan berdewam bikin. Gelê Kurd ti demê li hemberî dagirkeran serî ne tewandiye û bê navber xebat kiriye. Em jî wê li ser vê dewam bikin.”

 

Şanda HDP’ê piştî serdana Polîtburoya YNK’ê çû serdana Cigirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl. Kosret Resûl li mala xwe ya li bajarê silêmanî pêşwazî li şandê kir.

 

(sk)