Şandeya HDP’ê bi Tevgera Goran re civiya

48

 

 

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Li Silêmaniyê di saet 14:00'an de Şandeya HDP’ê ya ji Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Osman Baydemîr, Îmam Taşçiyer, Bedran Ozturk, Dîlek Ocalan û Dîlek Buha pêk dihat serdana Navenda Giştî ya Tevgera Goran kir. Şandeya HDP'ê ji aliyê Serokê Giştî yê Tevgera Goran Omer Seyid Elî û çend endamên Civata Giştî ya Tevgera Goran ve hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de li ser yekîtiya neteweyî guftûgo kirin.

 

Piştî hevdîtinê Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî û Parlamenterê HDP'ê û endamê şandeya HDP'ê Bedran Ozturk civîna çapemeniyê lidarxistin.

 

Parlamenterê HDP'ê û endamê şandeya HDP'ê Bedran Ozturk di serî de axivî û got; "Armanca serdana me ya li gel aliyan pêkanîna kongreya neteweyî ye. Em dixwazin li ser asta berjewendiyên giştî yên Kurdistanê alî nêzî hev bibin."

 

Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî jî diyar kir ku yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan gelek girîngiya xwe heye û got; "Divê dema ku li ser Kurdistanê metirsî û gef heyîn de, girîngiya yekîtiya neteweyî û kongreya neteweyî zêdetir bûye."