Şandeya  KNK’ê gihişt Şengalê

29

 

 

BRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS

 

Şandeya KNK’ê ku ji 25 kesan pêk tê gihişt Şengalê. Şandeya KNK'ê di serî de serdana Partiya Azadî û Demokratîk ya Êzdiyan PADÊ'yê  kir û ji aliyê nûnerên PADÊ, MXDŞ û Desteya Rêveber a Şengalê ve hatin pêşwazî kirin.

 

 her wiha piştî hevdîtina bi PADÊ re temam kirin wê serdena MXDÊ’ê jî bikin.

 

Endamê KNK'ê Şikirula Heme Emîn di dema pêşwazîkirinê de axivî û got; "Em gefên Erdogan û dewleta Tirk ên li ser Şengalê, weke gefên li ser tevahiya Başûrê Kurdistanê dibînin. Divê rê neyên dayîn planên dewleta Tirk ên li Kerkûkê destpêkir, li Efrînê didome li Şengalê jî pêk were."

 

Şandeya KNK’ê ji nûnerên Hizba Komunîsta Kurdistanê, Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê, Eniya Demokrasiya Gel, Meclisa Demokratîka Gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û pêşmergeyên Dêrîn pêk tê.

 

Armanca serdana şanda KNK’ê şermezarkirina gefê girkeriyê ên dewleta Tirk û Erdogan ên li ser Şengalê