Şandeya KNK’ê serdana Rêveberiya Demokratîk a Şengalê kir

36

 

 

 

ŞENGAL / ROJNEWS

 

Şandeyek ji Kongreya Netewî ya Kurdistanê îro di saetên piştî nîvro serdana Şengalê kir, da ku rewşa ewlekarî û civakî ya li herêmê bişopîne. Bi taybet piştî gefên dewleta Tirk ên bi behaneya hebûna gerîlayên HPG ew ê êrîşî Şengalê bikin.

 

Şandeya KNK’ê ji nûnerên Hizba Komunîsta Kurdistanê, Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê, Eniya Demokrasiya Gel, Meclisa Demokratîka Gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û pêşmergeyên Dêrîn pêk tê.

 

Li navenda Rêveberiya Demokratîk a Şengalê, Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Heco û Hisên Hecî, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Şengalê Zehra Silêman û endamên Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidiyan pêşwaziya şandeyê kir.

 

Di destpêka serdanê de Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê Qehtan Elî bixêrhatina mêvanan kir û destnîşan kir ku welatiyên Êzidî 74 caran rastî fermanan hatine û got ku niha jî ew ê bersiva êrîşa muhtemel a dewleta Tirk ku welatiyên Êzidî û rêveberiya xweser a Şengalê bidin.

 

Elî di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku rewşa herî û bi taybet di dema gefên dewleta Tirk a li ser her çar parçeyên Kurdistanê pêwîstî bi lidarxistina kongreya netewî ya Kurdistanê heye.

 

Li ser navê Şandeyê jî Şukran Mihemed Emîn axivî û di destpêka axaftina xwe de gefên artêşa Tirk a li ser Şengalê şermezar kir û destnîşan kir ku ew ê bi hemû hêza xwe li kêleka gelê Şengalê bin û ev tişt anî ziman: "Gelê Şengalê bi xwe rêveberiya xwe dikin, her wiha ji bo pêkanîna fikrê demokratîk xebat dikin. Divê hemû bajarên Iraqê û Başûrê Kurdistanî jî mafê hemû kêmnetewan biparêzin. Emê jî kar bikin da ku em dengê gelê Şengalê bighînin civaka navdewletî, emê dengê hemû Êzidiyên hemû cîhanê bighînin cîhanê."

 

Çav li rêye ku sibe şandeya KNK'ê serdana saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên li bajaroka Xanesor bikin.