Sedr daxwaza pêşîgirtina êrîşên Tirkiyê dike

37

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro malpera fermî ya Muqteda Sedr belav kir ku Sedir ji hikûmeta Iraqê daxwaz dike pêşî li êrîşên dewleta Tirk ên ji bo ser xaka Iraqê bigire.

 

Muqteda Sedr li ser pirsa der barê helwesta wan a li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên demên dawî li dijî herêma bakûrê bajarê Hewlêr, rûxandina çend pirên gundan û çêkirina baregehên leşkerî wiha got:

 

“Ez ji hikûmeta Iraqê daxwaz dikim pêşî li êrîş û hatina pêş a dewleta Tirk bigire. Ez bawer nakim ev êrîşên Tirkiyê bi alikariya hikûmeta Iraqê bin.”

 

(sk)