HÊLÎN ASMÎN/ ŞENGAL

 

Dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirina Efrînê, destbi talankirina mal û milkê xelkê Efrînê kir. Tirkiya dagirker bi taybet cihên dîrokî kir hedef û her roj cihek xira dike. Herwiha dewleta Tirk a dagirker ji bo Êzidiyên li Efrînê dijîn jî bûye gefek mezin.

 

Yek ji rihspiyên civaka Êzidî yê Şengalê Şêx Xelil li ser êrîşên dewleta Tirk ji ajansa me re wiha got: “Gelê Êzidî gelekî kevnar û bi zaniste, Erdogan û çeteyên wî çawa li Şengal komkujî pêkanî, dixwazin heman awayî li Efrînê vê fermanê li ser Êzidiyan dûbar bike. Gelê Êzidî li ku be Erdogan êrîşî wan dike. Erdogan û çeteyên wî bi darê zorê Êzidiyên li Efrînê dixin mizgeftan de û dixwazin wan bi zorê bikin misilman. Ev yek nayê pejirandin.”

 

Şêx Xelîl di berdewamiya axaftina xwede bang li raya giştî kir û got: “Em bang li hemû cîhanê û hêzên navnetewî dikin da ku li hemberî vê yekê derbikevin. Bila Erdogan û hemû cîhan bizanibe em dev ji ol û baweriya xwe bernadin û tû carî jî vê yekê qebûl nakin. Bedela wê çibe, emê bidin lê em dev jê bernadin.”

 

 

 

Xelîl diyarkir ku heman fermana li Şengalê îro li Efrînê jî dewam dike û wiha dom kir: “Fermana di sala 2014’an de li Şengal pêkhatî dûbare li Efrîn pêktê. Jin û zarokan dibin li cihên pîroz xira dikin. Em tu car dev ji axa xwe naberdin, ev çiya çiyayê mene, namûs û şerefa mene. Gelê me li Efrînê heman tişt dijî, em vê zilmê bi tundî şermezar dikin.”

 

Herwiha Yasir Murad ê Êzidî jî di vê mijarê de nêrînên xwe anî ziman û got: “Jiyana Erdogan hemû direwe, ji bo berjewendiyên xwe hemû kesê feda dike. Em dizanin di dîrokê de Tirkiye gelê Ermenî dibin fermanê re derbaz kir. Tirkiye çawa berê xwe da gelê bindest û fermanan re derbaz kirin em hemû vê yekê dizanin. Erdoxan heman tişt îro li ser gelên bindest dike, pêwîste civaka navnetewî û welatên din hemberî vê yekê dengê xwe bilind bikin.”

 

 

Murad di dewamiya axaftina xwe de got: “Ji bo çi dewletên navnetewî bêdengin, çima Erdogan êrîşê Efrînê kir û hemû Efrîn talan kir. Cihên herî pîroz yên li Efrîn hilweşand, gelo ferqa wî û DAIŞ çiye? Ka ew kesên dibêjin em mafên mirovan diparêzin. Her kesê xwedî wijdan divê dengê xwe li hember kiryarên Erdogan bilind bike.”

Murad di dawiya axaftina xwede balkêşa ser ol û baweriya Êzidiyan û wiha got: “Yekem car kesên ku baweriya xwe bi diyanetê anîn Êzidîne. Siyaseta ku tê meşandin tenê zordariye, Evqas zilm  û zordarî ji bo çiye. Erdogan dixwaze Êzidiyan tune bike û ol û baweriya wan ji holê rake. Ev yek wê dide nîşandan ku tu baweriya Erdogan bi tu olan nayê.”

 

(ik)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here