‘Tenê Yekitiya Netewî dikare pêşî li dagirkeriya Tirk bigre’

44

 

 

 

 

BOTAN GERMIYANÎ/ GERMIYAN

 

Dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Dewleta Tirk bi dehan kîlometre ketiye nava xaka Başûrê Kurdistanê. Heya niha li hemberê dagirkeriya dewleta Tirk tu helwestek ya hikumeta Herêma Kurdistanê nîne. Di vê derbarê de welatiyên herêma Germiyan ji ajansa me re axivîn.

 

Di destpêkê de nivîskar Berêz Ebas yê xelkê navçeya Kelar a Germiyanê axivî û got: “Armanca sereke ya dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê ewe ku dixwaze îdeolojiya xwe û dagirkeriya xwe li ser vê herêmê fireh bike. Eger helwestek cidî ya desthilat, hêzên Kurdî û Hikumeta Iraqê li hember vê dagirkeriyê nebe, wê ji bo gelê Kurd paşerojek xirab bîne. Ji ber ku dewleta Tirk tenê bi vê yekê re nasekine, wê êrîşî ser hemû xaka Kurdistanê bike.”

 

 

Ebas di berdewamiya axaftina xwe de got: “Pêwîste partiyên siyasî û hêzên Kurdî berjewendiyên xwe yên kesî bidin aliyekê, tenê berjewendiyên netewî û nîştimanî li ber çavan bigrin. Wê Yekitiya Netewî dagirkeriya dewleta Tirk vale derxistin.”

 

Herwiha hevjîna rojnamegerê şehîdê pênûsê Kawe Germiyanî, Şîrîn Emîn jî di vê barê de nêrînên xwe anî ziman û got: “Di dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka başûrê Kuristanê de, bê helwestiya partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û hikumeta Herêma Kurdistanê dibin cihê gumanê.”

 

 

Herî dawî Şîrîn Emîn got: “Para partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê di dagirkeriya dewleta Tirk a liser başûr de gelek heye.”

 

(ik)