Trump: Emê di nav 48 saetan de biryareke mezin ji bo Sûriyeyê bidin

55

 

 

NAVNDA NÛÇEYAN

 

Serokê DYA'yê Donald Trump derbarê êrîşa li Dûmaya ya  Sûriyeyê pêk hatî ku tê îdiakirin ku çekên kîmyawî hatine bikaranîn diyar kir li ser mijarê bi fermandaran re diaxive û got ku wê di nava 48 saetan de  biryareke mezin ji bo Sûriyeyê bidin. 

 

Trump eşkere kir ku wê biryara xwe ya têkildarî Sûriyeyê zû bide û got "Hemû bijarte li ser maseyê ne. Dibe ku  heta dawiya rojê biryarekê bidin. Ev meseleyeke têkilîdarî mirovatiyê ye û nabe destûra wê were dayîn."

 

Serokê DYA'yê Donald Trump li ser berpirsyarên êrîşên wiha destnîşan kir; "Rûsya ye, Sûriye ye, Îran e yan jî hemû bi hev re ne? Emê vê derxînin holê."