ZAHÎR ÎBRAHÎM / SORAN

 

Li navçeya Reqandiz a Hewlêrê îro 10. Mîhrîcana Roja Rewandizê bi dirûşmeya 'Dîroka Rewandizê timî zindî ye' li Hola Bunekan hate lidarxistin. Mîhrîcanê bi sîroda Ey Reqîb ku ji aliyê Koma Muzikê ya Peymangeha Hunerê Xweşik a Rewandizê ve hat gotin, destpê kir.

 

Piştre Qaymaqama Rewandizê Kiwêstan Ehmed li ser navê Komîsteya Mîhrîcanê axivî û got; "Dilxweşim ku îro Rewandiz mîhrîcanek wiha lidar xist. Hêvîdarim ku pêşbir û mijarê îsal bibe sedemê pêşkeftinên zêdetir."

 

 Di mîhrîcanê de Koma Muzikê ya Peymangeha Hunerê Xweşik a Rewandizê çend berhemên xwe yên muzikî pêşkêş kir. Her wiha helbestvanên herêma Soran jî beşdarî mîhrîcanê bûn û helbestên xwe pêşkêş kirin.

 

Beşek jî mîhrîcanê roja Rewandizê bû. Wêne û cil û bergên kevin ên Kurdî, berhemên kevin ên çanda Kurdî hatin nîşandan. Kon vedan û çanda Kurdewarî ya kevin nîşandan.

 

 

 

 

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here