ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Der barê dagirkeriya dewleta Tirk berdevkê Makoya Tevgera Goran li bajarê Hewlêr Hêmin Mihemed ku ji ajansa me re axivî, got; “Hêzên Tirkiyê li ser xaka Herêma Kurdistanê sûc û dagirkeriyê dikin.”

 

Der barê helwesta Tevgera Goran li dijî dagirkeriya dewleta Tirk Hêmin Mihemed got; “Em li gel Komele û Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê runiştin. Me qala dagirkeriya Tirk kir û me xwest helwesta wan jî bizanin. Ji bo bikarin bi hev re li dijî dewleta Tirk helwest nîşan bidin. Hersê alî di guftûgoyê de ne.Emê li hemberî sûcê dijî Kurdan tê kirin bêdeng nebin.”

 

Di dawiyê de jî Hêmin Mihemed got; “Min pêşniyar kiriye ku peyamek tund bê amadekirin, bi rêya peywendiyên siyasî û dîplomasî ji hikûmeta Iraqê daxwaz bikin ku artêşa Tirk ji ser xaka Herêma Kurdistanê derbixin û divna wan bişkênin.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here