SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Şanda HDP’ê ku 4 rojin li Başûrê Kurdistanê ye, hevdîtinên xwe yên li gel alî û hizbên Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Îro di çarçoveya hevdîtinên xwe de li bajarê Silêmaniyê çû serdana Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê.

 

Şanda HDP’ê ji parlamenterên HDP’ê Osman Baydemîr, Îmam Taşçîer, Bedran Ozturk û Dîlek Ocalan pêk dihat, ji aliyê Serokê Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê Berhem Salih, Berpirsê Peywendiyên Hevpeymanê Dilşad Ebdulrehman û çend endamên din ve hate pêşwazîkirin.

 

Piştî civînê herdû aliyan daxuyaniyek dan çapemeniyê di daxuyaniya çapemeniyê de ji HDP’ê Osman Baydemîr û Serokê Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê Berhem Salih axivîn.

 

Berhem Salih ku destpêkê axivî, wiha got; “Me di civînê de qala kongreya netewî kir. Me qala pêwîstiya komkirina hemû hêzên Kurdî kir. Her wiha biryara me ewe ku em van şêwiran zêdetir bikin.”

 

Berhem Salih wiha jî dewam kir; “Di vê serdemê de karê bi hev re pir giringe. Tifaqa Kurdan pêwîste. Ji bo carek din Kurd weke pêştir rastî aloziyan neyên tifaq giringe. Kak Osman te got, ‘Kurdistan di dilê me de ye’ hun jî di dilê hemû Kurdan de ne.”

 

 

Piştre jî parlamenterê HDP’ê Osman Baydemîr axivî, bal kişande ser giringiya tifaqa hêzên Kurd û yekîtiya netewî.

 

Baydemîr got; “Dibe rojek bê ku pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyane bê çareserkirin. Berxwedana me ji bo aştiyê didome.”

 

Di dawiyê de Baydemîr spasiya çapemeniyê kir ku 4 rojin hemû serdanên wan di şopînin. Her wiha daxwaz kir ku ji bo lidar xistina kongreya netewî hîn zêdetir rol bilîzin.

 

 

 

 

(sk)  

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here