SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Şandeya HDP’ê ya ku ji parlamenterên HDP’ê Osman Baydemîr, Îmam Taşçier, Bedran Ozturk, Endama Lijneya Rêveber Zeyneb Boga pêk tê, serdana navenda Hizba Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê ya li Silêmaniyê kir.

 

Şandeya HDP'ê ji aliyê Sekreterê Giştî yê Hizba Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd û endamên polîtburoyê Ebdullah Hacî Mehmûd, Refhet Ebdullah, Tanya Tahîr û Fetîh Reûf ve hat pêşwazîkirin.

 

Piştî hevdîtinê Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr û Sekreterê Giştî yê Hizba Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd civîna çapameniyê ya hevbeş lidarxistin.

 

Di civîna çapemeniyê de, di serî de Sekreterê Giştî yê Hizba Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd axivî û got; "Di hevdîtina li gel şandeya HDP'ê me guftûgo têkildarî rewşa siyasî û girîngiya yekîtiya neteweyî kir. Li gorî me yekrêziya Kurdan girînge û pêwîste Kurd yekrêz bin. Weke Partî em piştgiriya hewldanên HDP'ê dikin. Tişta ku bikeve li ser milê me emê bikin."

 

Piştre jî Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemir axivî û got; "Di hemû hevdîtinên li gel aliyan de, me ev yek zanî ku nêrîna hemûyan wiha ye ku pêwîste yekrêziya Kurdan pêk were. Lewma wê hewldanên me yên ji bo lidarxistina kongreya neteweyî  berdewam bikin. Divê mijara yekîtiya neteweyî di çarçoveya axaftinê derkeve û di pratîkê de pêk were."

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here