AŞTÎ EHMED/ ÇEMÇEMAL

 

Îro rêveberê giştî yê karûbarê Şehîdan û qurbaniyên Enfalê Behadîn Mihemed, li navçeya Çemçemal a girêdayî bajarê Silêmaniyê daxuyaniyek çapemeniyê da. Mihemed di daxuyaniyê de got: “Me lijneyek ji endamên zanîngeha Çermo, rêxistinên ne hikûmetî û partiyên siyasî yên sînor, ji bo bîranîna şehîdên Enfalê ava kiriye. Emê di 14’ê vê mehê de bîranîna Enfalê li dar bixin, wê bîranîn 3’ê rojan berdewam bike. Di roja yekem de emê demjimêr 10:00 dest bi merasîmê bikin.”

 

Herwiha Behadîn Mihemed diyarkir ku wê di roja yekem de gotarên îdareya bajarok, Hikûmeta Herêma Kurdistan û kesûkarên Enfalkiryan were xwendin û wiha dewam kir. “Piştî xwendina gotaran wê çend çalakiyên hûnerî werin kirin. Piştî nîvro ya heman rojê jî, wê li zankoya Çermo hinek karên din yên hûnerî, film û dokumenter werin nîşandan.”

 

Di dawiyê de Mihemed got: “Wê roja 15 û 16’ê mehê jî li Peymangeha Komputer a Çemçemal pirtûkxaneyek were vekirin. Herwiha hinek çalakiyên din yên hûnerî wê li Sentera Ciwanên Şoreş û taxa Asude ya Çemçemal werin nîşandan.”

 

Enfal di sala 1988’an de bi 8 qonaxan û li 6 navçeyên cuda yên Başûrê Kurdistanê bi destê rejîma Behsê hat kirin. Di encama vê komkujî û Enfalê de 182 hezar kes bun qûrbanî.

 

(ik)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here