HAWKAR MISTEFA/ ROJNEWS

 

Dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Der barê mijarê de du endamên eniya reforma sosyalîst ji ajansa me re axivîn.

 

Endamê eniya Reforma Sosyalîst Bêrun Omer li ser dagirkeriya dewleta Tirk wiha peyîvî; “Dewleta Tirk wisa fikir dike ku bi van êrîş û dagirkeriyan wê gelê Kurd tine bike. Ji bo berjewendiyê xwe dawî li hemû tiştek bîne. Lê bêguman pir şaş e. Ji ber ku di tevahiya dîrokê de dewleta Tirk li ser vî bingehî kar kiriye û ti demê jî bi ser neketiye. Ji bo wê jî dîrok şahide ku dagirkeran nekariye bi rêya hêzen gelê Kurd tine bikin.”

 

 

Bêrun Omer dewama axaftina xwe de wiha jî got; “Bila dewleta Tirk piştrast be gelê Kurd wê dest ji xaka xwe bernede. Ji bo wê jî çareseriya herî baş vegera li ser mêza guftûgoyê ye û hevdû famkirine. Tersî vê jî, wê dewleta Tirk dê winda bike.”

 

Endamek din a Eniya Reforma Sosyalîst bi navê Benaz Omer jî li ser heman mijarê wiha got; “Em û gelê Başûrê Kurdistanê nerazîne ku li hemberî êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk ti helwestek cidî nîne. Bi taybet di demek ku bi dehan welatî bûne qurbanî û xelkê gelek gunda jî koçber bûne.”

 

 

Di dawiyê de Benaz Omer got; “Erkê hemû partî û aliyên siyasî ye ku bê du dilî û cidî van êrîşan şermezar bikin. Her wiha ji bo pêşîgirtina li van êrîşan xebatên cidî bikin. Ji bo dewleta Tirk sînorek danin. Ji ber ku her diçe dagirkeriya Tirk berfireh dibe. Zegergihiştina welatî û xelkê gundan jî zêdetir dibe.”

 

Eniya Reforma Sosyalîst ji çend endamên polîtburo û rêveberiya Hizba Sosyalîsta Demokratîka Kurdistanê pêk tê. Di 9’ê Nîsana 2014’ê de ji hizba xwe cûda eniya Reforma Sosyalîst ragihandin.

 

(sk)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here