BIRYAR MIHEMED/ HEWLÊR

 

Piştî çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Surye û Iraqê kir bi sed hezaran kes neçar man mal û warên xwe berdin û penaber bibin. Ji ber vê yekê bi sed hezaran kes ji Surye û Iraqê berê xwe dan Başûrê Kurdistanê. Li ser vê yekê îro li bajarê Hewlêr civînek berfireh di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan, Neteweyên Yekbûyî û Rêxistinên Navnetewî de di derbarê penaberên li Herêma Kurdistanê de çêbu.

 

Piştî civînê berpirsyarê têkiliyên ji der ve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Hê jî milyonek û 400 hezar penaber li Herêma Kurdistanê hene. Civîna îro jî, ji bo ku em hemû dest bidin hev û alîkariya van penaberane bikin bû.”

 

Felah Mistefa di berdewamiya axaftina xwe de balkêşa li ser vegera penaberan jî û got: “Hewldanên ji bo vegera penaberan hene, ew jî pêwîstî bi alîkarî û parastina wan heye. Em ji bo vê yekê jî di xebitin. Ji ber ku ev yek wê bi xwere barê Kurdistanê jî siviktir bike. Ji ber ku di Kurdistanê de salane milyar û 900 milyon dolar pere ji bo penaberan tê xerc kirin.”

 

Herwiha Felah Mistefa diyarkir ku armanca wan ya sereke ya vê civînê ew bû ku bal bê kişandin ser rewşa penaberan û gavên girîng ji bo wan bê avêtin bû. Ev yek jî bi alîkariya Neteweyên Yekbuyî û rêxistinên din yên navnetewî.

 

Herî dawî ji parêzvanê mafê mirovan yê Neteweyên Yekbûyî Ramata Krîşna jî axivî û got: “Alikariya Neteweyên Yekbûyî  ji bo kesên piştî şerê dawî yê li Mûsil û navçeyên din penaber bûyîn berdewam dike. Niha jî bi hezaran penaber hene û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Armanca Neteweyên Yekbûyî jî ewe ku kesên vegerin ser malên xwe parastî  bin. Ev yek armanca bingehîn a Neteweyên Yekbûyî ye. Em gelek spasiya Herêma Kurdistanê jî dikin, ji ber alîkariya pêşkêşî penaberan dike.”

 

(ik)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here