Operasyona dewleta Tirk li Cûdî û Gabarê didome

31

           

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Artêşa Tirk li herêma Cûdî û Gabarê ya Şirnexê bi tevlêbûna bi hezaran leşker û cerdevanan 5 roj berê operasyonek dabû destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de ketin û derketina gelek herêman hatiye qedexekirin.

 

Artêş Tirk a ku koçeran ji herêmê dûr dixe, operasyona xwe didomîne.

 

Kesên ji herêmê ragihandin ku li herêma operasyonê dengê çekan hatiye lê wan agahiyeke zelal bi dest nexistine.