‘Parçebûna gelê Kurd rê li ber dagirkeriya Tirkiyê vedike’

45

 

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR/ GERMIYAN

 

Dewleta Tirk ya dagirker roj bi roj zêdetir dikeve nava xaka Başûrê Kurdistanê û dagir dike. Heya niha bi dehan baregehên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hene û her roja ku diçe jî baregehên xwe zêde dike.

 

Bi taybet dewleta Tirk di rojên dawiyê de gundên Başûrê Kurdistanê jî dagir dike û baregehan têde ava dike. Li ser vê mijarê çalakvanên herêma Germiyan ji RojNews re axivîn.

 

Çalakvanê binavê Mehsin Reşîd di vê bare de rexne li partiyên Başûrê Kurdistanê kir û got: “Ez helwesta partiyên başûr rexne dikim. Ji ber ku heya niha tu helwest nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk nedane.”

 

 

Herwiha Şivan Celal jî nêrînên xwe anî ziman û got: “Sedemê dagirkirina dewleta Tirk ya ji bo xaka Başûrê Kurdistanê, parçebÛna gelê Kurde. Dijmin jî vê yekê ji bo xwe weke fersendek bikartîne û dikare bi hêsanî fermanên mezin pêkbîne.”

 

 

Şivan Celal di dawiya axaftina xwe de got: “Amara herî girîng ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk yek rêziye. Herwiha em gelekin û dikarin li hemberî vê dagirkeriyê der bikevin.”

 

(ik)