Partiyên Kurdan vedigerin Xurmatû

34

 

 

 

HEWRÊ KIRÊKAR / KELAR

Li navçeya Xurmatû ya Salehedînê îro Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) malbenda xwe ya 16'an bi merasîmekê vekir. Endam û alîgirên YNK'ê beşdarî merasîma ofîsê bûn.

 

Di 16'ê Cotmeha sala 2017'an de hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê êrîşî navçeya Xumratû kirin û ji destê Kurdan de derxistin. Kontrola navçeyê ket di destê hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê de, ji ber bûyerên rû dayîn piraniya Kurdan ji navçeyê derketin. Her wiha piraniya ofîsên partiyên Kurdan ên weke Tevgera Goran, YNK, Komeleya Îslamiya Kurdistanê, Yekgirtûya  Îslamiya Kurdistanê hatibûn girtin. Piştî ku rewşa navçeyê aram bû, di nava mehekê de  Tevgera Goran, Partiya Komunîst, Komeleya Îslamiya Kurdistanê û Yekgirtûya  Îslamiya Kurdistanê ofîsên xwe li navçeyê vekirin. Lê hê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ofîsa xwe nevekiriye.

 

Li gorî agahiyên bi dest ketine, hêzên ewlehiyê û qaymaqamê Xurmatû rê daye YNK'ê 24 keleşkofan li ofîsa xwe bi cih bike. Her wiha rê daye partiyên din jî 4 keleşkofan li ofîsa xwe bihêlin.

 

Niha rewşa ewlehiya Xurmatû aram e. Welatî bi awayekî asayî karên xwe yên rojane dikin, bazar û cihên giştî vekirine.