Qaymaqamê Şengalê: Tenê şehîdên PKK’ê li Şengalê mane

35

 

 

 

BERHEM LETÎF / ŞENGAL

 

Şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ya ku duh serdana Şengalê kirî, îro serdana Goristana Şehidên Şengalê û Qaymaqamê Şengalê Fehid Hamid kir.

 

Şandeya KNK'ê Goristana Şehîdan weke sembola neteweyî ya Kurd bi nav kir û diyar kir ku şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê yên di berxwedana Şengalê de şehîd bûne têde ne.

 

Piştî serdana goristanê, şandeya KNK'ê çû serdana Qaymaqamê Şengaşlê Fehid Hamid û pêre hevdîtin kir.

 

Piştî hevdîtinê Qaymaqamê Şengaşlê Fehid Hamid di civîna çapemeniyê de, ji ber serdana şandeya KNK'ê kêfxweşiya xwe anî ziman û got; "Hincetên gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê hebûna gerîlayên PKK'ê ye, lê gerîla bi xwe bi çekên xwe ve ji Şengalê vekişiyan. Tenê niha şehîdên wan li Şengalê mane."

 

 

Piştre endamê Şandeya KNK'ê Şikrula Heme Emîn diyar kir ku êdî Şengal bûye xwedî hêz û îradeya xwe û dikare li dijî her hêz û dagirkeriyekê raweste.

 

 

Şandeya KNK’ê ji nûnerên Hizba Komunîsta Kurdistanê, Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê, Eniya Demokrasiya Gel, Meclisa Demokratîka Gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û pêşmergeyên Dêrîn pêk tê.