Şanda HDP li gel Nifşê Nû civiya

53

 

 

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Îro şanda HDP’ê di çarçoveya rêzehevdîtinên xwe yên çar rojin li Başûrê Kurdistanê berdewam dike de, li bajarê Silêmanî çû serdana Tevgera Nifşê Nû.

 

Şanda HDP’ê ji parlamenterên HDP’ê Osman Baydemîr, Îmam Taşçier, Bedran Ozturk, Zeyneb Boga pêk dihat, ji aliyê Serokê Tevgera Nişfşê Nû Şaswar Ebdulwehîd û endamên encûmeniya Nifşê Nû Aram Seîd, Serkewt Şemsedîn, Kamaran Gûlpî, Evîn Dara û Şine Ebdulezîz ve hate pêşwazîkirin.

 

Piştî civînê parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier û berpirsê peywendiyên Nifşê Nû Aram Seîd ve daxuyaniyek hevbeş dan çapemeniyê.

 

Îmam Taşçier di daxuyaniya çapemeniyê de got; “Dem dem, dema gelê Kurd e. Niha tifaq û yekîtiya gelê Kurd pir pêwîste. Em bi hêvîne ku di nava gelê Kurd de yekîtiya netewî ava bikin. Hewldanên me jî di vê çarçoveyê de ne.”

 

Piştre jî berpirsê peywendiyên Nifşê Nû Aram Seîd axivî û got; “Demek dirêje ji bo lidar xistina kongreya netewî hewldan tên meşandin. Li gorê me em dikarin li vî welatê ku lê ne, bi hev re xwe bi hêz bikin. Divê li hemberî ew pirsgirêkên hene alikariya hev bikin. Di rewşên pêwîste de divê hêzên Kurd alikariya hevdû bikin.”

 

(sk)