BERHEM LATÎf/ ŞENGAL

 

Şanda Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) ku ji nûnerên hizb û hinek aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistan pêktên duh çûbûn Şengalê, îro serdanên xwe dewam kirin. Şanda KNK îro çû serdana Asayîşa Êzidiyan û rêveberiya Şaredariya Sinûnê.

 

Şandê di serdanên xwe de bi berpirsyar û rêveberên asayîş û polîsan yên Êzidiyan re hevdîtinek çêkirin. Li gorî agahiyan di hevdîtinê de şanda KNK’ê balkêşaye ser rêxistinbûyîna gelê Şengalê û diyaririne ku Şengal di aliyê parastin û saziyan de gelek bi rêxistine û spasiya xwe ji bo rêveberan aniye ziman.

 

Berpirsyar û rêveberên Êzidiyên li Şengalê xêrhatina şanda KNK’ê kirin û dan diyarkirin ku pêwîste gelê Kurd li hemberî êrîş û dagirkeriya dijmin yekitiya xwe ava bikin.

 

Şanda KNK’ê ku destpêkê serdana Asayîşa Êzidiyan kir, piştre jî derbazî avahiya Şaredariya Sinûnê bu û li gel rêveberê şaredariya Sinûnê Xidîde Çûkî kombûn. Li wir şand û rêveberên şaredariyê behsa rewşa Şengal û sinorên wê kir.

 

Herwiha di derbarê êrîşên dewleta Tirk yên li ser Şengalê de jî rêveberê şaredariya Sinûnê Xidîde Çûkî axivî û got: “Eger dewleta Tirk nêzîkî Şengalê bibe, wê hikumeta Iraq bêdeng nemîne û li hemberî vê yekê der bikeve.”

Serdana şandê ya li Şengalê îro jî dewam dike, her wiha şanda KNK’ê wê biçe serdana Goristana Şehîdan û piştre jî li gel qeymeqamê Şengalê bi civin.

 

Hêjayî gotinê ye ku şanda KNK’ê duh derbazî Şengalê bibû û li wir serdana Rêveberiya Xweser ya Demokratik a Şengalê kir bû. Herwiha heman rojê şand çibû serdana Yekîneyên Berxwdana Gel yên Şengalê YBŞ û YPJ’ê.

 

Şanda KNK’ê ji nûnerên Hizba Şuî Kurdistan, Tevgera Azadî, Hizba Zehmetkêşana Kurdistan, Bereî Demokrasiya Gel, Encûmena Gel ya wargeha penaberan a şehîd Rûstem Cûdî û pêşmergeyên Dêrîn pêktên.

 

 

 

 

 

 

(ik)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here