Temellî: Tecrîda li Îmraliyê sazûmankirina faşîzmê ye

39

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî û rojev nirxand.

 

Temellî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got, "Ev tecrîd tecrîdkirina demokrasî û aştiyê ye. Eger mirov pirsa 'bûyerên ku îro diqewimin li ku dest pê kir?' bipirse, bersiv ew e ku 5'ê Nîsana 2015'an li Îmraliyê bi tecrîdê dest pê kir. Tecrîda li Îmraliyê sazûmankirina faşîzmê ye."

 

Di dewama axaftina xwe de Temellî işaret bi dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyeyê kir û destnîşan kir ku AKP neçareseriyê li Sûriyeyê ferz dike.

 

Temellî got, "Meseleya Efrînê herî kêm bi qasî meseleya Dûmayê girîng e. Nêzîkatiya we ya li Efrînê û li Dûmayê zîhniyeta we radixe pêş çavan."

 

Sezaî Temellî her wiha nerazîbûn nîşanî çêkirina santrala nuklêrî ya li Akkûyû da û got, "Fîrmaya ku li Akkûyûyê çêdike ew fîrma ye ku Çernobîl çêkiriye."

 

(bz)