Asayişa Dihokê kameraya peyamnêrê me desteser kir

44

 

ROJNEWS / DIHOK

Asayişê dest danî ser kamera û amûrên kar yên nûçegîhanên me û ji wan re jî got, divê ji Dihokê derkevin.

 

Îro sersaxiya gerîlayê HPG’ê Demhat Rêkanî ku 22’ê Adarê di encama êrîşa balafirên şer yên Tirk de li devera Şêladizê ya ser bi Dihokêşehîd bû bû, li bajarê Dihokê birêve diçû.

 

Asayişa Dihokê êrîş kir ser sersaxiyê, wêneyên şehîd dirand û bêrêzî li hember malbata şehîd kir. Her wiha ji bo ev êrîş û bêrêziya wan a li hember sersaxiyê neyê belgekirin jî dest danîn ser kameraya nûçegîhanê me û ji wî re hate gotin ku divê ji Dihokê derkeve.

 

Ev bi dehan care RojNews li herêmên dibin kontrola PDK’ê de  rû be rûyê mûameleyeke ne qanûnî tê û mafê wan yê şopandina bûyeran ji dest tê girtin. Di 13’ê Tebaxa 2016’an de nûçegîhanê RojNews’ê Wedat Hisên li Dihokê hatibû şehîd xistin.

 

(bz)