DIHOK / ROJNEWS  

 

 

Ji bo gerîlayê HPG’ê Demhat Ehmed (Demhat) ku di 23’yê Adarê di encama bombabarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, li mala malbata wî ya li bajarê Dihokê sersaxî hatin qebûlkirin.

 

Lê belê asayîşa Dihokê tehemûlî serdanan û wêneyên şehîd nekir. Hejmarek zêde ya endamên asayîşê ku hatin mala malbata Şehîd Demhat, êrîşî endamên malbatê û welatiyên ku hatibûn sersaxiyê kirin.

 

Di êrîşê de endamên asayîşê wêneyên Şehîd Demhat qetandin, heqareta li dayîka wî, endamên malbatê û mêvanan kirin.

 

Li gorî agahiyên ku endamên malbatê dane, di dema êrîşê de dayîka Şehîd Demhat ji asayîşê xwest ku wêneyan neqetînin, lê bêrêziyek mezin hat nîşandan, heqaret hat kirin û wêne jî hatin qetandin.

 

‘Ji ber ku behsa Tirkan kiriye êrîş kirin’

 

Endamên malbatê destnîşan kirin ku li ser pankarta ku di malê de hatiye daliqandin nivîsa wekî, “Di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk de şehîd bû” hebû. Endamên asayîşê jî ji vê aciz bûne û êrîş kirin.

 

Endamên malbatê gotin ku duh Asayîşê wan re gotiye “Bila al neyên vekirin, hun dikarin merasîm çêbikin”. Li ser van gotinan jî tu al nehatine vekirin, lê dîsa jî êrîş kirine.

 

Telefon hatin desteserekirin

 

Di dema êrîşê de hin welatiyan xwestin ku wêne û dîmenan bikişînin, lê asayîşê telefonên wan welatiyan jî desteser kirin.

 

Balkêş e ku li Tirkiyeyê jî, hêzên dewletê li hemberî merasîmên cenaze û sersaxiyan heman pêkanînan dikin.

 

Demhat Ehmed ku demekê xebatên Gencên Welatparêz jî meşandine, di berxwedana dîrokî ya Kobanê de jî cih girtibû û birîndar bibû.

 

Nasnameya şehîd Demhat

Nav û paşnav: Demhat Ehmed

Nasnav: Demhat Rêkanî

Cîh û dîroka jidayikbûnê: Şeladizê /1996

Dîroka tevlîbûnê: 2012

Dîrok û cihê şehadetê: 23.03.2018 Gundê Werxalê yê herêma Zapê di encama bombebarana balafirên şer ê Tirk de

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here